7 hezar û 300 kes ji bo ERÊ îstîfa kirin
Li bajarê Mûşê 7 hezar û 300 kes ji bo erê ji partiyên xwe yê DSPê re îstîfa kirin.
Serokê DSPya bajarê Muşê Mehmet Ek û gelek şaredar û 7 Hezar û 300 Endamên partiya DSP ji bo ku dixwazin li referandumê de dengê ERÊ bidin ji partiyên xwe îstîfa kirin.
Mehmet Ek biryarên xwe yê îstîfayê ji avahiya DSP ya bajarê Mûşê de bi rêya çapemeniyê daxuyakir.
Mehmet Ek da zanîn ku dengên xwe yê Erê Ji bo pêşerojên Ronahî û Tirkiyeyekî bê Ergenekon e. Ji sala 1990ê vir ve em di nav çepa Ecevîtê de bûn û me ji wan re jî bawer dikir. Ew kesên ku dibêjin ‘Na’ xizmeta Ergenekon û xizmeta berpirsyarên 12 îlonê dikin.
Ew kesên ku dibêjin ‘’Welat ê me ye, ez dewletim ji ber vî dikarim her tişt bikim’’ li derûdora NA hatine cem hev. Bi xêra wan siyasetçî û burokratan hevalên me nêzîkî AkPartî û Recep Tayîp Erdoganê bûn.Di encamê de jî ji ber dexwaza sekinandina wan fikr û kesayetan digel hemî serok şaredar û 7 Hezar û 300 endaman emê piştgiriya ‘Erê’bikin. Ji bo ku em jî dixwazin tevlî vê meşa birûmet bibin bi awayekî giştî ji DSPê Îstîfa dikin.
Mehmet Ek û hevalên wî dexwaznameyên xwe yê îstîfayê bi rêya postayê ji navenda giştîyê partiya DSP ê re şandin.