Îroj

6'ê Reşemî

6’ê Reşemî

Di sala 2001’an û di rojekî wekê îroyê de Arîel Şaron bû Serok Wezîrê Îsraîlê.

Ariel Şaron

Serok wezîrê berê yê Îsraîlê. Avakarê muxalefeta serete û serokê ewilê Partiya Qadîmayê.

Arîel Şaron di sala 1982’an de û di dema Şerê Navxweyî ya Libnanê de wez:îrê Parastinê bû. Gelek kes Arîel Şaronê weka berpirsyarê komkujiyên Sabra û Şatillayê sucdar dikin.

Arîel Şaron di sala 2000’an de serlêdana Qudusê kir û li mizgefta El-Aksayê gotarek kir û piştî vê gotarê Filistîniyan dest bi întîfadayê duwemîn kirin û weka provakasyonek hatiye nirxandin.

Şaron di dema leşkeriyê xwe de her tim ji aliyê berpirsyaran ve kesek welatperwer hate nîşandan. Lê her tim jî nerazîbûnên Fîlîstîniyan re rû bi rû ma. Di sala 1982an de Libnan di bin Wezaretiya Parastina Şaronê de hatîbû dagirkirin.

Arîel Şaron di sala 2001an de bi soza ‘’Ewlekarî û Aştiyekî rast’’ bûbû Serokwezîrê Îsraîlê. Di pêvajoya Serokwezîriyê Şaronê de ‘’Diwara Ewlekariyê’’ hatîbû avakirin.

Arîel Şaron di sala 2006an de û dema ku Serokwezîr bû ji mêjiyê xwe ve nexweş bû û dû re jî ketîbû komayê. Şaron di pêş de li nexweşxaneya Hadassa Ein Keremê mabû pişt re jî ji nexweşxaneyê Navenda Nexweşxaneya Sebayê re hatîbû rakirin.

Back to top button