60 Roj
Li zindanên Tirkiyê ev 60 roj in ku çalakiyeke heta niha nehatiye vê qonaxê a bi girseyiya xwe dewam dike. Çalakiya grevên birçîbûnê, di 12 Îlonê de ji aliyê 63 girtiyên siyasî yên PKK û PAJKê ve hetibû destpêkirin. Îro wana 60 roj li pey xwe hîştin. Koma duyem yê ku dest bi greva birçîbûnê kir jî 50 roj li pey xwe hîştine. Niha nêzika 150 girtî û mehkumên li zindanên Tirkiyêber bi can dayinê sekinîne. Zûtir ku çareseriyek çênebe, êdî û mixabin her seet muhtemele ku nûçeyên nebaş yên derbarê mirinê de werin.
Daxwazên çalakgerên di grevên birçîbûnê de ne, ji 3 xalan pêk tê; Dixwazin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin, li dadgehan mafê xweparastina bi Kurdî were qebûl kirin û mafê perwerdehiya bi Kurdî were naskirin.
Li derve di serî de BDP, gellek sazî û partiyên Kurdan, gellek rewşenbîr û hunermend, saziyên sivîl û kesayeta dengê xwe bilind kir û bang li rayedaran kirin ku rojekê pêşde hîn ku mirin çênebûne çareser bikin lê, heta roja îro ti serkeftin pêşneketine.
Dîsa di serî de 4 parlementerên BDPê, ku doh 6 parlementerên din jî dest bi greva birçîbûnê a bêdem û bêdorveker kirin, Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr û Şaredarê Wanê yê girtî parêzer Bekir Kaya jî di nav kesên ku di greva birçîbûnê de ne. Li ser banga Deniz Kaya’yê ku bi navê girtiyan daxuyaniya dide, ji 5ê Mijdarê vir ve, bilî girtiyên nexweş, extiyar û zarok, hemû girtî û mehkumên siyasî yên PKK û PAJKê dest bi greva birçîbûnê kirin. hejmara wan jî wek 10 hezar tê bilêvkirin. Heta niha ji teref hikumetê ve gaveke şênber nehatiye avêtin. Pêşketina di vê mijarê de a sereke, Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, çend roja berê dxuyandi bû ku, pêşniyara mafê xweparastina bi Kurdî ji îmzeyan re hatiye vekirin û li benda serokwezîrê Tirkiyê Erdogan e ku îmze bike. Ji ber ku Erdogan li derveyî welêt e, ew gava jî niha di şûna xwe de disekine.
Di vê navberê de gumanek jî ev e ku hêzên dewletê, bilî vîna girtiyên çalakger, midaxeleya kesên di greva birçîbûnê de ne bikin ku, ev jî malbat û rayagiştiya hestyar dixwîne nav fikaran. Çimkî heta niha ku çend cara midaxele hatiye kirin, bi dehan mirin çêbûne. Di daxuyaniyên çalakgeran de jî eşkere tê îfade kirin ku, ger midaxeleyek der vîna wan were kirin, berpirsyarê bûyerên ku pêk were hikumet e.
Di roja 61. de, li gellek zindanên Tirkiyê, bi hezaran girtî çalakiya xwe a bêdem û bêdorveger a greva birçîbûnê didomînin. Her seet nêzikbûna mirinê ye.