Divê rêz li rola hewsengiyên Kurdistanê bê girtin
Hukumeta herêma Kurdistanê bi serpereştiya serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna cîgirê serokwezîr Qubad Talabanî ve civiya.
Destpêkê serokwezîrê herêma Kurdistanê balkêşa ser pêşketinên dawiyê yên li navçeyê û ragehand: ‘’Em bi ti awayekî li gel alozbûna zêdetir a rewşa Iraq û navçeyê nînin. Ji ber zemîn bo serhildana tundiya zêdetir û çalakiyên rêxistinên terorîstî çêdike. Bi taybet jî bo DAIŞê. Ji ber wê herêma Kurdistanê bi alîkariya hevpeymanan berdewam dibe li hember tekoşîna dijî terorê.’’
Serokwezîr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku herêma Kurdistanê li gel aram kirina rewşa Iraqê û navçeyê ye û got: ‘’Hêvîdarim hemû alî rêz li rola hewsengiya herêma Kurdistanê bigrin.’’
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, hikûmeta herêma Kurdistanê dê berdewam be guftûgoyên li gel hikûmeta federal a Iraqê, bo parastina mafên destûrî, mûçe û mafên darayî yên herêma Kurdistanê.
Piştre jî encûmena wezîran guftûgo derbarê encamên civîna hevbeş a navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û lijneya darayî û karûbarên aborî ya Parlamentoya Kurdistanê û çend pêşneyarek taybet bo projeyasaya çaksaziya malnişîn, mûçe, serwet, bexşîn û îmtiyazên din de li herêma Kurdistanê gotûbêj kir, ku berê ji aliyê encûmena wezîran ve hatibû pejirandin û ji parlamentoyê re hatibû rêkirin.
Encûmena wezîran piştî şêwirandina li gel lijneya darayî û aborî ya Parlamentoya Kurdistanê, du xalên nû bo projeyasayê pejirand ku taybet bûn derbarê parastina giştî ya mafên darayî yên mûçexoran li wezareta darayî û aborî bi rênmayiyekî ve rêk dixe. Xala duyem jî taybet bû bi serekîbûnên hikûmetê de pêdeçûnê bike li ser mûçeyê malnişînan ê herî kêm, ku di encama ew pareyê ku bendewarî tê kirin piştî bicîhanîna yasaya çaksaziyê dê vegere xezînê.