Cîhan
Pêwendiyek telefon:Mesrûr Barzanî û Mike Pompeo
Serokê Hikûmeta Kurdistanê û wezîrê Derve yê Amerîka behsa aramkirina rewşa navçeyê kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo pêwendiyeke telefonî de behsa bûyerên ku rê dayîn û rewşa aramkirina herêmê kirin.
Di wê pêwendiya telefonî de, gotûbêj derbarê pêşhateyên dawî li Îraqê û navçeyê hate kirin û tekezî liser aramkirina rewşa navçeyê û nehiştina alozî û xweragirtinê û berdewambûn bi diyalogê hate kirin.