Cîhan

Sedir cardin hêzên Mehdî amade dike

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, kuştina Silêmanî û Muhendîs weke kareke dijminkarî binav kir.

“Ev karekî dijminkarî ye û li dijî desthilatîya Iraqê ye. Êrîşa Amerîkayê binpêkirina vê rêkeftinê ye ku rê bi hebûna hêzên Amerîka li Iraqê dide” got Ebdulmehdî.

Herwiha dexwaz kir Parlamena Iraqê li ser vê mijarê bilez civîkene awarte lidar bize.

Rêberê Şîa Muqteda Es-Sadr jî daxuyanîyek nivîskî belav kir û bang li endamên Artêşa Medhî kir.

“Bi tyabet divê şervanên endamên Artêşa mehdî jibo parastina Iraqê amade bin” got Sadr.

Artêşa Mehdî di salên 2000î de li hember dagirîya Iraqê şer kir. Ev artêş piştî vekişandina hêzên Amerîka ji Iraqê di sala 2008an de be erk hat hîştin.

Back to top button