Cîhan
Em rê nadin Îran li Iraqê bi hêz bibe
Fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Îsrail di derbarê rewşa Îranê li Iraqê û Suriye de daxûyaniyek ragihand.
Fermandarê hêzên çakdarê Îsrail Aviv Kohavî di axavtinek a xwe de dibêje ku, hêzên Qutsê ku girêdayî pasdarên Îranêne li Iraqê cih bûne û gelek çekên giran derbasî Iraqê kirine.
Kohavî dide xûyakirin ku Îranê çekên pêşkeftî derbasî Iraqê kirine û em rê nadin ku Îran li Iraqk û Suriye hêzên xwe xort bike.
Kohavî got ku, ihtimala ku şerek di navbera Îsraîl û Îranê de derkeve heye û dibêje: Em xwe ji vê re amade dikin.
Tê zanin ku di meha Temuz û tebaxê de hat îdia kirin ku, Îsrail bi balefirên F-35 du cara li Iraqê êrîşê hinek bingehên ku fûzeyên Îranî li hatîn cih kirin kir. Lê tu cara Îsrail di vê derbarê de daxûyanî nedan.