Cîhan

Îro rojek çarenûsiye ji bo Bexdayê

Ji bo xwepêşandanên îro li Baxdayê û bajarên din yê Iraqê bêne li darxistin,  balyozxaneya Amerikî hişyarî da hemwelatiyên xwe. Balyozxaneya Amerîkî li ser hesabê xwe yê civakî ji bo hemewelatiyên Amerikayê li Iraqê daxûyaniyek belav kir.

Balyozxaneya Amerikî di daxûyaniya xwe de dibêje ku, roja 10.12.2019ê xwepêşandanên mezin çêdibin. Em dibînin ku rewşa ewlewhiyê dikare têkherê. Serokwezîr jî bi minasebeta têkçûna DAÎŞê ev roj kiriye betlane.

Balyozxaneya Amerika ji hemwelatiyên xwe daxwaz dike ku, di vê rojê de serdanên xwe yên Iraqê betal bikin, xwe ji qadên xwepêşandanan dûr bêxin, agahiya we li daxûyaniyên berpirsan hebin û ji bo agahdariyên dawî medya xwecihî bişopînin.

Herweha Emîndarê Esayîb Ehil El Heqê, Qeys Xezelî dide xûyakirin ku, di xwepêşandanên îro bene kirin de gelek kes têne kuştin û birîndar kirin. Li gora pisporan dê îro 5 milyon kes xwepêşandanan de amade bibin û dê hemû astengên di rêyan de hatîn danîn rakin û hewlbidin derbasî herêma Kesk bibin.

Emîndarê Esayîb Ehil El Heqê, Qeys Xezelî di daxûyaniya xwe de dibêje: Me agahdarî hene ku planek mezin heye û gelek aliyên îstixbaratî di vê planê de hevbeşin.Dixwazin aloziyên Iraqê bibin Bexdayê û rewşa emniya Bexdayê têkbibin.Ji bo vê dikare hêjmarek mezin bene kuştin û birîndar çêbibin.

Berdewamiya axavtina xwe de Xezalî dibêje: Ew dixwazin bi rêya wê, saziyên dewletê bişewitînin , dixwazin bi rêya wê banka navendî bidizin. Berî niha jî me derbarê bûyerên meha 10 haydarî dabû , niha jî em wan li ser vê bûyerê hişyar dikin , ev pilaneke ku dixwazin alozî û bê serûberiyeke berfireh li Bexdayê derêxin.

Herweha Xezalî bi awayekî xwepêendaran bi hêza xwe ya Heşda Şeîbî jî tehdît dike.

Back to top button