Cîhan

Iraq ber bi şerek navxweve diçe

Li Iraqê xwepêşandan berdewamin. Her çikas hukumetê dest ji kar kişandiye  jî. xwepêşender daxwaziyên nû dikin û nihajî daxwaziya hilweşandina parlementoyê dikin. Li Bexdayê vê carê grubek çekdar êrîşê xwepêşanderan kir .

Bi şekan gule li ser xwepêşanderan barandin. Di encam de , 12 xwepeşande  hatin kuştin û 45 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahdariyên xwecihî. xwepêander ketin di nava avahiyek a hukumî de. grubek çekdar bi otomobilan hetin ber avahiyê û agir berdan avahiyê. Piştî agir bi avahiyê ket avahî gulebaran kirin.

Li gora dezgehên mafê mirovan heta niha di xwepêşandanên Iraqê de 460 kes hatine kuştin û 19 hezar kes jî birîndar bûne.

Piştî bûyera doh pispor dibêjin ku, Iraqê hêdî hêdî ber bi şerek navxweve diçe.

 

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button