Cîhan

500 milyon dolar Apple siza dan

Kompanya Apple Amerîkî bi neçarî fermanekî dadgehê bi cîh kir û 500 milyon dolar ziyanê kir.

Li ser lêpirsîneke dadgehê ku kompanya Apple bi wê yekê hatibû tometbarkirin ku qaşo mobila Iphone ya kevin xizmetguzariyên wê hêdî û xerap dike, heta xelk destberdarê wê dibin û mobila nû bi pereyên zêdetir bikirin.

Li gor wan zanyariyên ku hatine belavkirin piştî ku Apple li dadgehê têkçû ku li ser nexistine rûya virjina nû ya sîstema karpêkirina berhemên “IOS” bû ku li mobilên kevinên Iphone nîne, ji ber wê yekê jî kompanya Apple neçare 25 dolar bi her bikarhênerekî mobilên kevin bide û qerebûya wan bike.

Li gor datayan jî kêmtirîn têçûna wê qerebûkirinê digihe 310 milyon dolarên Amerîkî, eve jî di demek daye ku têçûya tevahiya sizayê 500 milyon dolarên Amerîkiye.

Back to top button