Cîhan
5 Mîlyon Misrî bi eslê xwe Kurdin

Konsolê Misrê yê li Hewlêrê Silêman Osman diyar kir ku nêzî 4-5 milyon Misrî hene û bi eslê xwe kurd in.
Silêman Osman di hevpeyvînek ligel Rûdawê de behsa peywendiyên kevin ên navbera kurd û misriyan de kir û wiha dibêje: “Em dikarin bêjin dostaniya navbera Misrî û Kurdiyan de yek ji dostaniyên herî kevne.”Lewra Osman diyar kir ku em bi hêvîne heftiyekî rewşenbîrî ya taybet bi van peywendiyan saz bikin. Konsolê Misrê Silêman Osman behsa çalakiyên abûrî û bazirganî yên li Herêma Kurdistanê dike û wiha dibêje: “Berî konsolxan û nivîsîngeha bazirganî bê vekirin, mezinahiya bazirganiya navbera me de milyon dolar derbas nedikir, lê ji sala 2011’an ve mezinahiya wê bazirgahiyê gihiştiye nêzî 20 milyon dolarî.”
xeberenkurdi.com