4'ê Rêbendan
4’ê Rêbendan
Di sala 1951’an û di rojekî wekê îroyê de yekîneyên Komara Gel ya Çînê û Bakurê Korêyê bajarê Seulê dagir kirine.
Şerê Koreyê navê şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Gel a Çînê e, yên ku di Şerê Sar de li Koreyê şer kiribûn.
Di sala 1950’an de Şerê Koreyê diqewime. Pêwîst bû Kore ya ku ji 1910’an pê ve koloniyeke japon bû, êdî bibe welateke serbixwe. Lê di sala 1950’an de leşkerên Sovyetê bakûrê Kore îsgal kirin û xwestin Kore bixin bin destê xwe. Li hemberî vê yekê Emerîka naxwaze bêdeng bimîne, lê nikare bê destûra UNO yê biçe Koreyê.
Emerîka pistre li ser navê UNO dikeve hundirê Kore û ji basûrê Kore ve êrîşî leşkerên sovyet dike. Ser heta sala 1953’an didome û bi mirina Stalîn bi dawî dibe, lê aşitiyeke mayinde pêk naye. Kore jî wek Almanya di nav her du hêzên mezin tê parve kirin: Koreya Başûr dibe rejîmeke kapîtalîst (alîgirê Emerîka) û ya bakur dibe komunîst (alîgirê Sovyetan).