Hevdîtinên Şêwirmende Asayîşa Kurdistanê
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson li Munchenê civiyan.
Piştî civîna bi bi çend parlemanterên Almanya, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Sûriyê û Wezîrê Derve yê Îranê re, Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson civiya.
Mesruru Barzani û Zarifî
Di perawîza Konferansa Asayişa Herêma Kurdistanê li Munchenê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtin bi hejmarek ji berpirsên bilind ên welatên cîhanê re kir û biryar e bi hevdîtinan jî berdewam be.
Li gora zanyariyan Mesrur Barzani îro li gel Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen, Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Wezîrê Dewletê yê Pêwendiyên Derve yên Îmarata Erebî Enwer Qirqaş, Nûnerê Serokatiya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê James Jeffrey û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Iraq û Îranê Andrew Peek re dicive.