Li Tirkiyê bajarê Konyayê roja 21ê Tîrmehê welatiyekî bi navê Hekîm Dal hatibû kuştin û 15 Baroyan jî li ser wê bûyerê daxûyaniyek dabûn. Rojnameya Yenî Şafakê ku nêzikî AK Partiyê ye, roja 23ê Tîrmehê di manşeta xwe ya sereke de logoyên wan 15 Baroyan danîbûn û gotibû ku ev “Baronên Qendîlê” ne.
Li ser vê yekê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 48 baroyan daxûyaniyek belavkirin û ev helwesta rojnama Yeni Şafakê şermezar kirin. Herweha Baroyan di daxûyaniya xwe de gotin ku ,dê li diojê kiryara rojnameya Yenî Şafakê dozekî vedikin.
Navê 48 Baroyan:
* Baroya Edenê
* Baroya Semsûrê
* Baroya Agiriyê
* Baroya Enqerê
* Baroya Antalyayê
* Baroya Artvînê
* Baroya Aydinê
* Baroya Balikesîrê
* Baroya Êlihê
* Baroya Çewlgê
* Baroya Bedlîsê
* Baroya Boluyê
* Baroya Bursayê
* Baroya Çanakkaleyê
* Baroya Çankiriyê
* Baroya Amedê
* Baroya Edirneyê
* Baroya Eskişehîrê
* Baroya Dîlokê
* Baroya Gîresûnê
* Baroya Colemêrgê
* Baroya Îdir
* Baroya Stenbolê
* Baroya Îzmîrê
* Baroya Gurgumê
* Baroya Qersê
* Baroya Kastamonuyê
* Baroya Qeyseriyê
* Baroya Kirklareliyê
* Baroya Kocaeliyê
* Baroya Meletiyê
* Baroya Manîsayê
* Baroya Mardînê
* Baroya Mersînê
* Baroya Muglayê
* Baroya Mûşê
* Baroya Orduyê
* Baroya Samsunê
* Baroya Sêrtê
* Baroya Rihayê
* Baroya Şirnexê
* Baroya Tekirdagê
* Baroya Trabzonê
* Baroya Dersimê
* Baroya Wanê
* Baroya Yalovayê
* Baroya Yozgatê
* Baroya Zonguldakê