Li Bexdayê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo  hevdîtinek bi rîya telefonê pêkanîn û rewşa avakirina hukumeta nû ya Iraqê gotubêj kirin.Di pêwendiya telefonî de, Nêçîrvan Barzanî û Mike Pompoe dawî pêşhatên rewşa siyasî û pêşeroja proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin û ronî xistin ser hilbijartina Desteya Serokatiya Parlemantoya Iraqê û hewlên hilbijartina Serokomariya Iraqê û kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê.Her du aliyan tekezî li ser aktîvkirina hewlan ji bo serxistin û pêşvebirina proseya siyasî li Iraqê kirin û hêvî xwastin ku qonaxa dahatî ya Iraqê, qonaxeke siyasî û ewle be û hikûmet û desthilatên dahatûyî rengvedana daxwaz û mafên pêkhateyên Iraqê be.Li hemberê, Mike Pompeo amaje bi girîngiya rola çalak û berçav a Herêma Kurdistanê di beşdariya proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna her sê serokatiyên welat de kir.Guftûgokirina pêwendiyên Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û dawî pêşhatên Iraqê û navçê bi giştî, beşeke din a pêwendiya Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bû. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: