CivakPolîtîk

Medya Tirkî piştî hilbijartin çi dibêje

Li Tirkiye rojnama encamên hilbijartinan bi awayên cuda nirxandin. Piraniya medya Tirkî ev hilbijartin wek serkeftina Erdogan nirxandin.HURIYET:Piranî bû ya Tifaqa Cumhur û tura yekem de serkeftin pêkhat.Muharrem Ince ji CHPê zêdetir deng girtin . Rojname gotina Erdogan ya ku dibêje“ Miletê Tirk serkeftina ançye,  kiriye manşeta xwe.SABAH:Rojnama Sabah dibêje ku, Tirkiye biryar da ku di Sistema nû de bi Erdogan berdewam bike.Sabah vê wek serkeftina Tifaqa Cuhmur bi nav dike.Herweha dide xûyakirin ku Erdogan 10.6 milyon deng ji Ince behtir destve anîne.CUMHURIYET:Rojnama Cumhuriyetê dibêje ku, AKP li parlementoyê piraniya xwe ji dest da. Ev yek jî pêvajoya koalisyona li Tirkiye dide destpêkirin.AKP mecbur dibe ku li gel MHPê koalisyonê çêbike, ev yek jî wek koç a Gurî li himber qesrê bi nav kiriye. Rojname behsa gotina Erdogan ya ku dibêje “ Em li parlementoyê negihan armanca xwe dike. Cumhuriyet dibêje 5 parti li parlementoyê grubîn xwe  dikarin çêbikin.POSTA:Cumhuriyeta Tirkiye serokê xwe yê yekem hilbijart.Erdogan serkeft. Rojname  dide xûyakirin ku Ince ji % 8 partiya xwe zehftir deng girtine.YENI ŞAFAK:Rojname serkeftian Erdogan wek şoreşa 24ê Hêziranê bi nav dike. Rojname dide xûyakirin ku, eve 9 hilbijartinin Kiliçdaroglu li himber Erdogan winda dike. Vê carê di nava CHPê de tevlîhevîyek mezin çêdibe.SOZCU:Rojname ji berî ku dezgehê Bilind yê Hilbijartinê daxûyaniyê bide , gotinên Erdogan rexne dike.Rojname dibêje di van hilbijartinan de Behçeli serkeftin aniye.

Back to top button