Li sala 2007 an de hejmara wan geştiyarên hatine Herêma Kurdistanê 377 hezar kes bûye, lê belê rêje heta sala 2011 bi awayekî ber bi çav zêde kir û gihîştiye milyonek û heftsed hezar 1.700.000 geştiyaran.
Li pêwendiyekê de Nadir Rostî Peyvdarê Desteya Giştî ya Geştuguzariya(Turizm) Herêma Kurdistanê di derbarê rewşa geştiyariya Kurdistanê û hejmara geştiyaran bi taybetî ji bo Rojevakurd da zanîn ku hejmara geştiyaran li sala 2012 zêdetirê 2.217.000. dû milyon û dû sed heft deh hezar geştiyar bû û ev hejmar jî li gor sala 2011 zêdetirê %30 zêde kiriye.
Di berdewamiya axaftina xwe de Rostî got: Ji bo sala 2015 jî tê çaverê kirin zêdetirê çar milyon geştiyar li navxweya Iraq û li welatên dewruber û cîhanê ve serdana Herêma Kurdistanê bikin.