4 Ciwanên Kurdên siyasî hatin idamkirin!
Li Îranê 4 kurd hatin darvekirin
Li Îranê hovitiya darvekirina kurda berdewame. Desthilatdariya dadweriya Îranê daxûyakirin ku, roja 29.01.2024ê 4 kesên bi navê Muhsen Mezlum, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pijman Fatehî îro demjimêr 05:00 li zîndana Qizilhesarî hat cibicîkirin.
Li gorî zanyariyên Rêxistina “Hengaw” a Mafên Mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, ew her 4 ji 19 mehan ve girtî ne û ji mafê parêzeriyê bêpar bûn. Tenê duhî 28 Çile ji bo cara yekem û dawî rê ji malbata wan hat dayîn ku kurên xwe li zîndana Ewîn a Tehranê bibînin û piştre rasterast ji bo cibicîkirina cezaya bidarvekirinê, ji bo zîndana Qizilhesarê ya bajarê Kerecê hatin veguhastin.
Ev 4 ciwan bi tawana sîxûriyê dihatin ithamkirin. Lê Malbatên wan dan xûyakirin ku hemû îthamên derbarê wan de derewin û îdiayên hêzên ewlehiya Îranê û dadweriyê red kirin.
Ev 4 ciwanên Kurd endamên Komeleya Şoreşger a Kurdistana Îranê bûne û roja 22ê Hezîrana 2022an li gundê Yengeceyê yê ser bi devera Somaya Biradost a parêzgeha Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibûn girtin.