DosyaNivîsar

PKK hêzek taşeron e û ji gelek aliyan re dişoxile

Serhat Mêrdînî di bersiva pirsên Rojevakur de dibêje: Di rewşa niha ya xuyayî de ger pêvajoyek dest pê bike jî wê PKK ji derveyî wê pêvajoyê bibîne. Ger bi rastî armanca pêvajoyê “çareserî” be û naveroka çareseriyê jî miletê Kurd be, ji xwe PKK ne mihetabê wê pêvajoyê ye.Pirs:Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike  dê çewa be? Bersiva Serhat Mêrdînî:


1-Pêşiyê divê em pêvaşoya aşitiyê baş tehlîl bikin ku sedema şer û aliyên ku zirar û fêde dîtin/dibînin baştir fam bikin.Pêvajoya bi navê aşitiyê pêvajoyeke daxwaza kontrolkirina PKKê ji aliyê dewleta Tirkî bû. Du alî hebûn di vê pêvajoyê de û her du alî jî temsîla miletê Kurd nedikirin. Ji xeynî temsîlkirinê her du alî jî li dijî berjewendiyên netewî yên Kurdan tevdigerin. Dewleta Tirkî xwest di bin navê pêvajoya aşitiyê de kontrola xwe ya li ser PKKê zêde bike û di paşerojê de li Rojhilata Navîn PKKê li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne. Wekî ku îro li başûrê Kurdistanê û başûrê rojavayê Kurdistanê PKK li dijî destkeftiyên miletê Kurd tevdigere. Ger ev pêvajo bi ser ketana wê PKK heman rola xwe li gor berjewendiyên dewleta Tirkî berdewam bikirana. Lê ji ber ku hêzên herêmî wek Îran û hêzên cihanê midaxeleyê pêvajoyê kirin, ev pêvajo li gor dilê dewleta Tirkî bi rê ve neçû û nekarî PKKê bi temamî kontrol bike. Dema karta Ocalan ku di destê dewletê de ye jî bi kêr nehat, ev pêvajo têk çû.Di encama têkçûna pêvajoyê de şer dest pê kir û miletê Kurd, bajarên Kurdan xisareke gelek mezin dîtin ji wî şerî. Li vê derê mijara girîng ew e ku ev pêvajo bi ser ketana jî dîsa wê miletê Kurd xisarê bidîtana li her çar parçeyan jî wekî û di dema şer de bû. Ji ber ku armanca pêvajoyê jî aliyên pêvajoyê jî li derveyî daxwaz û îradeya miletê Kurd pêk dihat.2-PKK li ser navê Kurdan û qaşo ji bo parastina mafên Kurdan derket û şer kir. Lê di encam de potansiyela heyî kanalîzeyê dewletê kir û xisareke mezin da hişmendiya netewî. Îro rola PKKê ji aliyê miletê Kurd ve jî tê dîtin û dengên cuda derdikevin. Şerê miletê Kurd ji bo bidestxistina mafên netewî ji 200 salan zêdetire berdewam e. Ewê ji îro pê de jî berdewam be. Ger dewleta Tirkî dixwaze şerê wî û Kurdan biqede divê mafên miletê Kurd nas bike û gavan biavêje. An na PKK biqede jî ev şer naqede. Ji bo ev şer biqede pêwîste dewlet bi rastî bi neyta çareserkirinê, bi pêşengên civatî û siyasî yên Kurdan danûstendinê bike û gavên ber bi çav biavêje. Ne wekî ku di dema qaşo pêvajoya çareseriyê de bû li pişt deriyan hevdîtinên veşartî bike. Divê çi tê axaftin milet pê bizanibe.Ji aliyê din aliyên şerê dewletê û PKKê ne bi tenê dewlet û PKK ne. PKK hêzek taşeron e û ji gelek aliyan re dişoxile. Loma xwediyên wî pir in. Ev jî sedeme ku dewlet û PKK bixwazin jî tenê bi daxwaza wan ev şer naqede. Lê ev jî rastiyek e ku miletê Kurd xwînê dide PKKê. Ger dewlet bi rastî ji bo çareserkirinê gavên ber bi çav bavêje û miletê Kurd destkeftiyan bi dest bixe, ewê tesîrê li şerê dewletê û PKKê bike. Ji ber ku dema ev gav bên avêtin û sedemên şer ji holê rabin, PKK wê nikaribe şer berdewam bike, wê nikaribe kesî bibîne ku bide şerkirin.3-Ji dêvla ku em bibêjin “Dibe ku bi wî awayî bibe” divê em bibêjin “Pêwîst e bi wî awayî bibe”. Li jor me hinek behsa pêwîstiyên pêvajoyekê ku karibe bigihêje encamê kir. Ji xwe ew samîmiyeta ku me qal kir tunebe, pêvajoyek dest pê bike jî wê dîsa negihêje dawiyê. Her pêvajoyek nîvcomayî jî wê xisarê bide miletê Kurd.Di rewşa niha ya xuyayî de ger pêvajoyek dest pê bike jî wê PKK ji derveyî wê pêvajoyê bibîne. Ger bi rastî armanca pêvajoyê “çareserî” be û naveroka çareseriyê jî miletê Kurd be, ji xwe PKK ne mihetabê wê pêvajoyê ye. Ji ber ku PKK ne di xizmeta miletê Kurd de ye. Mihetabên pêvajoyê miletê Kurd e, pêşengên civatî û siyasî yên miletê Kurd in. Ji aliyê din ger careke din pêvajoyek veşartî û li pişt deriyan di navbera dewletê û PKKê de dest pê bike, divê miletê Kurd wekî berê bi hêvî nebe û xwe ji pêvajoyê jî ji şer jî biparêze.Rewşa îro û sed sal berê ne wek hev e. Rewşa îro û deh sal bere jî ne wek hev e. Dewleta Tirkî êdî nikare habûna Kurdan înkar bike. Tevlî vê yekê êdî nikare mafên Kurdan jî înkar bike û dewlet bi xwe jî pir baş vê rastiyê dizane. Loma ew dixwaze li gor berjewendiyên xwe pirsgirêkê çareser bike. PKK ji bo wî derfetek bû lê aktoren din dest avêtin meselê û bi ser neket. Loma mecbûre gavan biavêje û wê dîsa li gor berjewendiyên xwe tevbigere. Di vê mijarê de pirsa girîng ev e; em ji şer re jî ji pêvajoyê re jî çi qas amade ne?Serhat Mêrdînî23.05.2017

Back to top button