CivakPolîtîk

PDK-T kongreya xwe ya şaxê Diyarbekir çêkir

Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye kongreya xwe ya şaxê Diyarbekirê li darxist. Wek tê zanin PDK-T amadehiya kongreya xwe ya giştî dike û ji bo wê yekê jî kongreya teşkilatên xwe yê bajara pêktîne.Di derbarê kongreya bajarê Diyarbekirê de PDK-T şaxê Diyarbekirê daxûyaniyek ragihand.Daxûyanî:PDK-T (Partiya Demokrat A Kurdistanê -Tirkiye) Şaxê Diyarbekirê Kongra Xwe Ya Yekemîn Lidarxist.Di 11 Adarê de li bajarê Diyarbekirê PDK-T şaxê Diyarbekirê qongra xwe ya yekemîn lidar xist. Di kongrê de weke serokê şaxê Diyarbekirê İbrahim ÇAPA hat hilbijartin.Delegeyên kongrê di nava xwe de pirsgirêka Kurdistanê niqaş kirin.Serokê Nû yê Şaxa DiyarbekirLi ser rewşa Başûrê Kurdistanê dîtinên xwe anîn ziman. Piştgirtiya xwe ji bona dewletbûna Başûrê Kurdistana  diyarkirin û daxwazkirin ku serbixwebûna Kurdistanê di sala 2017’an de pêk were.Delegeyan bi yek dengî diruşma “bijî Kurd û Kurdistan”bilind kirin.PDK-TRêxistina Diyarbekirê

Back to top button