Polîtîk

Tevger pîrozbahiyê li Qutabiyên Kurdistanê dike

Bi minasebeta 64 saliya demezarandina Yekitiya Qutabiyên Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Kurdistanê daxûyaniyek belav kirin. Tevger 64 saliya damezirandina Yekitiya Qutabiyên Kurdistanê pîroz dike.64. SALVEGERA DAMEZRANDINA YEKÎTIYA QUTABIYÊN KURDISTANÊ PÎROZ BEDi sala 1953 yan de, li serê çiyayên Kurdistanê, di nav şert û mercên giran de Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê hate damezrandin. Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bi awayeke aktîf tevlî şoreşê bû û xizmetên mezin bo Kurdistanê kir. Endamên wan bi xebatên xwe û bi keda xwe navê xwe li dîroka Kurdistanê nivîsandin. Lêyla Qasim yek ji van endaman e.Endamên YQK xwendekarên rêbaza Barzanî ne. Xwîna xwe rijandin lê ji ser xeta Rêbazê şaş nebûn. Îro jî bi dil û can li ser vê xeta pîroz dimeşin û xebatên hêja dikin.

Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî ji bo girîngiya xwendekaran nîşan bike gotibû;“Di şoreşa Kurdistanê de qutabî (Xwendekar) serê rimê ne” .Ev peyv nîşan dide ku Serokê Nemir çi qas girîngiyê dide xwendekaran û xwendinê. Lazime li her çar perçeyên Kurdistanê jî xwendekar vê peyvê ji xwe re bikin dirûşim, rola xwe ya di şoreşa Kurdistanê de bizanibin û li ser Rêbaza pîroz a Barzanî xebatê ji bo Kurdistanê bikin.Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê 64. salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê pîroz dikin. Em jî wek xwendekarên Rêbaza Barzanîyê Nemir xwe xwezayî endamê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê dibînin û eşkere dikin ku di vê xebatê de çi bikeve ser milên me em amadene bikin.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ18.02.2017
Back to top button