36 Kurd di belemê de bûn
Li gora daxûyaniyên rojnemevana ji destpêka sala 2024an ve zêdetirî 800 koçberan li peravên Îtalyayê xeniqîne.
Li gora daxûyaniyên medyayên cuda belema koçberan ya li perava Îtalya binav bûyî de 70 kes hebûn.Lê kapasiya belemê bi tenê ji bo 25 kesan bû.
36 kurd jî di belemê de bûn û gelek ji wan zarokbûn. Ji aliyek din ve ya herî trajîk ew bû ku, dema belem binav bûyî, hinek keştî nezî belemê ve derbas dibûn, lê wan qet tu midaxeleyek ji bo xilaskirina rêwiyên belemê nekir.
Roja 17ê Hezîranê, medyaya Îtalyayê ragihandibû, bi dehan koçber di encama binavbûna du keştiyên koçberan de li Deryaya Sipî li peravên Îtalyayê xeniqîn.
Di rastiya xwe de nayê zanîn ku, çend kes li belemê siwarbûne. Hêja li terman tê gerandin. Biryara hukumeta herêma Kurdistanê ji bo rewşa belemê û kurdên ku di belemêde bûn TIMekî ji bo şopandina bûyerê rêdike Îtalyayê.