Li Almanyayê hejmara endamên PKK bûye 15 hezar
Di rapora sala 2023an a Rêxistina Paraztina Destûra Bingehîn a Almanyayê de hat ragihandin ku li welêt hejmara rastgirên tundrew û endamên PKK zêde bûye. Hat ragihandin ku hejmara endamên PKK yên li Almanyayê derketiye 15 hezarî.
Di rapora sala 2023an de, ku ji aliyê Wezîra Karên Hundir a Alman Nancy Faeser û Serokê Rêxistina Paraztina Destûra Bingehîn (BfV) Thomas Haldenwang ve bi civînek çapemeniyê li paytext Berlînê hat eşkerekirin, hat destnîşankirin ku komên rastgir ên tundrew bi tirsandinê bingeha xwe ya piştgiriyê berfireh kirine.
Serokê Îstîxbarata Almanyayê Thomas Haldenwang, diyar kir ku di sala 2022an de li welêt 38 hezar û 800 rastgirên tundrew hatin tesbîtkirin û got: “Li Almanyayê hejmara rastgirên tundrew li gor par ji sedî 4,6 zêde bûye û derketiye 40 hezar û 600î”.
Hejmara endamên PKK zêde bûye
Haldenwang, bal kişand ku ew bi salan e çavdêriya PKK ya terorîst dikin û hejmara endamên rêxistinê zêde bûne û got: “Hejmara par 14 hezar û 500 bû, niha bûye 15 hezar”. Haldenwang anî zimên ku “PKK Almanyayê bêhtir wek cihê bêhnvedanê û vekişînê dibîne” û got ku rêxistin her sal bi milyonan euro ji endam û alîgirên xwe kom dike.
Wezîra Karên Navxweyî Nancy Faeser jî bi bîr xist ku PKK di sala 1993an de hat qedexekirin û ji sala 2002 û vir ve di lîsteya rêxistinên terorê de ye.
Di raporê de hat destnîşankirin ku PKK li Almanyayê “rêxistina tundrew ya herî bi hêz” e û endamên wê yên herî zêde li Almanyayê ne. Li gor raporê, di sala 2022an de 262 sûcên ku PKK kiriye, di sala 2023an de ji sedî 9,2 zêde bûye û bûye 286. Hat diyarkirin ku ji van 22 sûcên tundiyê û 99 jî sûcên propagandayê ne. Hat destnîşankirin ku PKK li Almanyayê bi kampanya û bexşandinê di navbera 16 û 17 milyon euro berhev kiriye ku di asta sala 2022an de ye.
Hat diyarkirin ku ev pare hem ji kesên ku jê re dibêjin xêrxwaz û hem jî bi dare zorê hatine komkirin. Hat destnişankirin ku pareyên hatine komkirin ji bo rêvebirina rêxistinê û ji bo propagandayê tên bikaranîn.
Hat gotin ku PKK her çendî hewl dide li Ewropayê îmajek nerm nîşan bide jî, li Tirkiyê êrîşên xwe yên terorê didomîne. Hat diyarkirin ku ji Hezîrana 2013an û vir ve zêdeyî 300 kes ji bo tev li PKK bibin ji Almanyayê derketine, ji kesên ku derketine jî 41 kes mirine û 160 kes jî dîsa vegeriyane.
Di raporê de hat ragihandin ku şidet û tundrewî ji îdeolojiya PKK re hêmanek stratejîk e.