Nivîsar

Şewitandina ala Kurdistanê tewane

Rojevakurd pirsî û Îlhami Can bersiv da. Can dibêje: Vê bertek û pêngava hanê, bi gotina herî nermtirîn rûreşî ye. Rojevakurd: Alaya  Kurdistanê berî hebûna partiyên siyasiyên kurdistanî hebû û gelê kurd her ji deme şoreşên berê bi taybetî li bakur heta digehe komara Kurdistan li Mihabad û şoreşa Îlonê li başûr kurdan ew ala parast û weke alaya xwe ya neteweyî dizane.Di roja îro de ew ala li ser parlamento û hikûmeta Kurdistanê bilind diheje û li gelek welatan jî îtîraf pê dikin û li civînên fermî li ser masê tê danîn. Ew ne alaya partiyekê, lê alaya kurdan e.Ew alayê bûye beşek ji dîroka kurdan ji aliyê hin partiyên kurdan yên weke PKK/PYDê vê tê şewitanin û bê hûrmetî pê tê kirin. Gelo hûn vê yekê bi çi ve girêdinin û bi çi awayî dinirxînin?   Îlhamî CanEz, wan kesên ku ala milletekî dişewitînin, bi taybetî şewitandina ala Kurda-Kurdistanê, tewanbar û şermezar dikim. Vê bertek û pêngava hanê, bi gotina herî nermtirîn rûreşî ye.Bê vegotina dîroka ala Kurda(pewistî nabînim), ger meriv dijî serxwebûnê be, ger meriv dijî federasyonê be, heta ger meriv dijî otonomîyê be helbet pêwistiya meriv bi tu alekî va tune ye.Loma jî tim û tim bi mêjiyê gelê Kurd dileyizin, tinaza dikin û serê wana tevlihev û şolî dikin. Xwestin û tevgera netewbûn û serxwebûnê, ji Kurda ra “faşîştî” û “paşvarûtî” dibînin! Bi ramana -jiyana “qomunî ya prîmîtîvî”(nûjenî!) dixwazin Kurda ji xwestina azadîyê dûr bixînin. Lê, ew wê bi ser nekevin, ew wê têk herin.Ez bi xwe, dizanim nizanim ala Kurdistanê, di gotbêj, sirûd, şevbêrk û strana da hergav “kesk û sor û zer e, sipî û gewher e”. Nîqaş qet pêwist nake. Wekî vê helbesta hanê; “Kurdistana delal im, herkes tê min dixwaze”. Bi slavên germ.  

Back to top button