Cîhan

Şahê Urdinê serweşiya Barzani kir

Şahê Urdinê Şah Abdullahê Duyemê Kurê Huseyn nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanê re şand û tê de sersaxî jê re xwest, li ser koça dawî ya xwişka wî Iqlîme Mistefa BarzanîNama Şahê Urdinê:Fexametê birayê birêz Serok Mesûd Barzanî xwedê we biparêzeSerokê Herêma Kurdistana IraqêSilav û rehmetên xwedê li we binBi xem û kovaneke kûr ve nûçeya koça dawî ya xuşka we ya birêz gihîşt min, xwedayê mezin li wê biborîne.Rê bidin min rastgotirîn hestên xem û diltengiyên xwe bi we rabigihînîn û hevbeşê xema we bîn li vê helkefta xemgîn da, ji xwedayê mezin û perwerdegar jî hêvîdarim xwedê jêraziyê bixe ber rehmeta xwe û bi bihûşta fireh şad bike û sebir bibexşê we û malbata we ya birêz.Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)Şah Abdullahê Duyemê Kurê Huseyn Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê

Back to top button