Civak

340 navnîşan û malper bloke kirin

Li ser daxwaza Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, 4. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqereyê biryar da ku 340 navnîşan û malperên Twitter, Facebook, Telegram û Youtube yên ku piraniya wan girêdayî medya Kurdî ne, asteng kir. Piştî ku Weşanên Avesta bi îdiaya “propagandaya PKK’ê” hat girtin, malpera Rûdawê ya Hewlêrê jî di çarçoveya biryara 4.a Dadgeha Cezayên Sulhê de hat girtin. Hat xuyakirin ku gelek biryarên din yên qedexekirinê jî hatine girtin.

Ne tenê navnîşan û malperên medya Kurdî, herweha bi sedan rûpelên Twîtter û Facebook yên nivîskar û çalakvanên Kurd jî hatin qedexekirin û rê li ber wan hat girtin.

Esasen sedema sereke ne mijara wan û girêdana bi PKK re, lê ji ber eşkerekirina rastîyên erdhejê û mexdûrbûna Kurdên Bakur e. Ji ber desthilatdar û dezgehên dewletê alîkariyek girîng û pêwist nedan herêmên erdhejê,  dixwazin bi girtin û reşkirina navnîşan, malper, televizyon û dezgehên din xeletîyên xwe veşêrin û xwe rûspî bikin.

Back to top button