Civak

33 xurtên herêma Kurdistasnê li Suriyê hatîne kuştin

Rêvebirê ragehandina wezareta karûbarên olî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku heta nuha 33 hevwelatiyên başûrê Kurdistanî li Suriyê hatine kuştin.

Merîwan Neqşebendî berpirsê ragehnadina wezareta karûbarên olî dibêje ku, 33 xurtên herêma Kurdistanê yên ku bi amanca ”cîhadê” çûyne Suriyê hatîne kuştin û ev hijmar ber bi zêdebûnê diçe.

 

Neqşebendî li ser malpera xwe ya facebook dinivîse: Mixabin gêncên welatê me dibine qurbaniyê şerê tayfî û siyasî ku, çu peywendî bi neteweyê kurd nîne.”

Back to top button