Li Tirkiye ji bo çêkirina darbeyek leşkerî hewldanek mezin û berfireh çêbû. Lê di encam de serneket û hukumeta hilbijartî serkevt. Lê ev cara yekem e ku li Tirkiye hukumet û xelk li dijê hewldanek leşkerî berxwe didin û vê yekê berteraf dikin.Li Tirkiye gelek darbeyên leşkerî çêbûne. Lê her care hukumetê bê deng xwe daye aliyekî û meydan ji leşkeran re hiştiye. Ji aliyek din millet Tirk tu cara li dijê daxwaziya leşkera nebûye xwedî helwest û her demî îtiat kiriye.Lê vê care li Tirkiye xelk daketin kolana, hukumet bû xwedî helwest û leşker ser neket.Ji aliyê Tirkan û Tirkiye ve mirov dikare bêje serkeftinek ya demokrasiya wan ya heyî ye.Ji bo Kurdan rewş bi awayek dine. Ev darbe serbiketa wek hemû darbeyan dê zerera herî mezin kurda bidîda. Dê cardin bi hezaran kurd bihatan girtin. Ihtimalek mezin hinek destkeftiyên kurda yên heyî jî dê bihatan winda kirin.Ji bo vê yekê helwesta partî û aliyên Kurdistanî li himber darbeya leşkerî girîng e.Li Tirkiye bivê nevê pêvajoyek nû destpê dike. Hukumet û hemû dezgehên dewletê dê ji nûve bêne dizaynkirin.Divê kurd jî ji bo berjewendiyên xwe vê bûyerê binirxînin û li gora wê hereket bikin.
Pêş
Flaş
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Husiyan fûze avêtin Îsrail28/06/2025