Civak

Asayişa Kurdistanê teroristek xwekuj ji berî teqînê girt

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand ku, wan li Parêzgeha Duhokê bi hemahingî ligel hêzên Parastin planek terorîstî pûç kirin û terorîstê ku dixwest xwe di roja dawî ji Remezanê xwe di nava bazarekê de biteqîne destgîr kirin.Deqê Daxuyaniya Encûmana Asayişa Herêma Kurdistanê:Daxuyaniyek ji Encûmena Asayişa Herêma KurdistanêSibeha Îro 4 Hezîranê, di operasyonek hevbeş de dinavbera Hêzên Asayiş û Hêzên Parastin li Duhokê, têrorîstekî xwekuj ser bi çekdarên DAIŞê ve hate destgîr kirin û qayişa wî ya bombekirî hate pûçkirin û hejmarek teqemenî jî hatin desteser kirin.13599703_745347748941504_620689294_nTêrorîst Ednan Mihemed Sadiq bi nave (Ebû Fatma) tê naskiein, xelkê qeza Til Efer e û bi regez Tirkiman e, berî niha bi dizî derbasî Herêma Kurdistanê bibû, piştî xwe jibo teqîneya xwekujî amade kiribû, seet 7:30 ê sibeha, li gundê Xirmir ser bi nahiyeya Eyaza ser bi qeza Til Efer hate destgîr kirin, li gorî mukurhatina wî, ew ji aliyê çekdarên DAIŞê li Til Efer hatibû şandin jibo xwe di dawî roja Remezanê de xwe li nav bazarê biteqîne.Di dema bûçkirina qayîşa wî ya bombekirî de, hejmrek ji twqemniyên din jî hatin dîtin û desteser kirin ku qasek ji teqmeniyên corbecor têd e li xwe digirt.Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê04.07.2016 

Back to top button