CivakPolîtîk

Bê kurda aramî çênabe

Qubad Talebanî cîgirê serowkezîrê herêma Kurdistanê hevrê digel Celal Kerîm cîgirê wezîrê navxwe, serdana bajarokê Duzxormatu kir û ji aliyê Şelal Ebdul qaymeqam û berprisên îdariyên deverê ve hatin pêşwazî kirin.Cîgirê serokwezîr digel qaymeqam û berpirsên îdariyên deverê civiya û di axavtinekê de got ku deverên kurdistaniyên derveyî herêma Kurdistanê beşek in ji laşê Kurdistanê û ew biratî û pêkvejiyana li wê deverê heye bilind nirxand û hêvî kir ku jibona parastina emin û aramiya deverê ew biratî û pêkvejiyan berdewam be.Talebanî behsa siyaseta hikûmetên Îraqê kir û got ku hikûmetên Îraqê yek li pey ya din bi her awayî xebitîne van deveran ji Kurdistanê veqetînin, demigrafiya deverê biguherin û biereb bikin, lê hemû hewildanên wan şikestin û pûç bûn, iha nuha ji hemû aliyan re zelal bû ku ev dever axa Kurdistanê ye û bê kurdan emin û aramî bi cî nabe.Qaymeqam û berpirsên îdariyên Duzxormatu, pirsgirêk û daxwazên bajêr û xelkê deverê ber çav kirin û cîgirê serokwezîr jî soz da ku pirsgirêk û daxwazên wan pişopîne û ji bona çareserkirina wan gavên pêwîst be pavêje.Di çarçoveya serdana xwe de, Talebanî serdana eniya şer kir û ji nêzîk li rewş û pirsgirêkên hêza pêşmerge pirsî û got: Şanaziye hêzeke weke hêza pêşmerge, hêza Kurdistanê diparêze, weke yekemîn hêza ku grûpeke şidetxwaz a weke terorîstên DAÎŞ şikandiye li cîhanê dengvedaye. Ji bo min şanaziye ez we bi vê morala bilind dibînin li çeperên dijî terorîstan bergiriyê ji xelk û welêt dikin.Cîgirê serokwezîr ji pêşnerge re tekîd kir ku, hikûmet bi hemû îmkanên xwe dê alîkariya hêza pêşmerge û hêzên din yên kurdistanî bike û bi xêra pêşmerge asayîş û aramiya Kurdistanê bi timamî parastiye, her çi ji pêşmerge re bê kirin ew hêjayî zêdetir in.

Back to top button