Bila sala 2016ê ji bo Kurdistanê bibe sala Serxwebûnê
Sersala nû, sala 2016ê di serîde li pêşmergeyên qehreman ku bi xwîna xwe di sengerên şer de xaka pîroz a Kurdistanê diparêzên pîrozbe.Di roja me de Kurdistan pêvajoyek gelek djwar re derbas dibe. Kurd îro şerê mayin û nemayînê didin. Li Bakur encama siyaseta xendek û operasyona gelê kurd di nava du agiran de dişewit e.Xelk ji warên xwe koçber dibin, li deriyê xelkê dibin penaber.Zarok, jin di kolanan de têne kuştin û termên wan li erdê dimîne.Li himber van hemî malwêraniyê, li Başûrê Kurdistanê heviyek mezin heye ku sala 2016ê ji bo Kurdistanê bibe sala serxwebûnê.Çavderên siyasî li cîhanê sala 2016ê wek sala ragihandina dewletek kurdî dinirxînin.Em bi vê hêviyê, hêviya ku sala 2016ê bibe sala serxwebûnê, sala nû li hemû Kurdistaniya pîroz dikin. Karmendên rojevakurd