Nivîsar
3 serokên bajarvaniyê hatin girtin
Hêzên asayişa Şirnexê vê sibehê zû li dijê KCK-ê operasyonek pêkanîn. Di vê operasyonê de 3 serokê bajarvaniyan ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin.
Îro berê sibehê li Nawenda Şirnex, silopî û Hezêxê polisan operasyonek berfireh kirin. Serokê bajarvaniya Şirnexê Ramazan Uysal, serokê bajarvaniya Silopî Emin Tugrulu û serokê bajarvaniya Hezex Resul sadak hatin binçav kirin.Herweha serokê BDP-ê yê nevça Silopî Bahattin Alkiş jî hate girtin.
Ev kesên hatîn binçavkirin hemî birin Şirnex û wê li Şirnek lêpirsîn ji bo wan bête kirin