Îran 69 salvegera PDKê pîroz dike
Serkonsulê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê di peyamekê de 69emîn salvegera damezrandina PDK li Polîtbîroya PDKê pîroz dike û dibêje, hêviya me ew e ku parastina destkeftan, aştî û aramî li Herêma Kurdistanê berdewam bin û bi yekcarî vê pirsgirêkê derbas bikin.Serkonsulê Îranê li Hewlêrê di peyamekê de 69emîn salvegera damezrandina PDK li Polîtbîroya PDKê pîroz dike.Konsulusê Îranê peyama xwe de dibêje:Diyar e ev pêwendiya di navbera herdu aliyan de berhema dema xebat û têkoşînên dijwar, herwiha diyar e di saya koşişa herdu aliyan e.Hêviya me ew e ku parastina destkeftan, aştî û aramî li Herêma Kurdistanê berdewam bin û bi yekcarî vê pirsgirêkê derbas bikin.Di vê qonqxê de helwesta Îranê li Başûrê Kurdistanê girîng e. Ji ber ku tê zanîn ku hinek aliyên kurd li Başûr bi bandora Îranê siyaseta navxe rêve dibin. 23ê Hezîranê civîna avarte li parlementoyê li ser zext û daxwaziya Îranê hetibû pêkanîn û konsulusê Îranê di civînê de amadebû.