26ê Gulanê û Koratiya Siyasî

26ê Gulanê di dîroka tekoşîna destxistina mafên netewî de rojek gelek girîng û dîrokiye. Di vê rojê de hêviyên gelê Kurdistanê yên çilmîsî ji nû ve şîn bûn û ketin jiyanê. 26 Gulanê destpêka Şoreşa Gulanê bû. Duh di salvegera vê roja girîng de, di medya Kurdî de ji bilî PDKê û rêviyên rêbaza Barzanî, kesekî behsa vê roja dîrokî nekir. Gelo sedemeka vê yekê heye ? Yan jî hinek alî û tevger vê yekê girîng nabînin? yan jî vê wek bi tenê malê PDKê dibînin û bê deng dimînin?
Gerek bersiveka van pirsa hebe . Gelek cara berê xwe bidinê, hinek alî û tevger dema bûyerek çêdibe di cih de dest tavêjin qelemê û daxûyaniyekî radigihînin. Hêviyêne ku, bi dema salvegerekî werê da ku, di cih de daxûyaniyekî ragihînin. Lê mixabin roja 26ê Gulanê ev aliyên ku behsê dikin bê deng bûn.
Niha li Kurdistanê PKK û helwesta PKKê tê fam kirin. Sedema ku PKK li dijê destkeftiyên netewîne jî baş tê zanîn. Erka wan a esasî rêgiriya dewletbûna Kurdaye û ji bo vê sedema bingehîn dijminatiya PDKê û rêbaza Barzanî dikin.
Lê evin din ji bo çi vê yekê dikin? Bersiva vê heye, gelek kes xwe nêzikî bersiva vê pirsê nakin, lê di bingehê xwe de ew alî PKK lîyên şermokin. Her gava ku tavêjin hesabê PKKê dikin. Başe ev aliyên malûm bi her minasebetekî peyama dighînin PDKê. Lê 26ê Gulanê bê deng man. Ji bo çi?
Ji bo ev yek baş bê têgihandin gerek gavekî şûnve herin û hindek rûpelên dîrokê vegerin. Dema peymana xiyanetê ya Cezayir hate îmzekirin.Li başûrê Kurdistanê kurda nekseyek xwar. Ji bo demekî bê jî têkçûnek çêbû. Kurd ketin warek xirab û zehmet de,bi dehê hezaran Kurd koçber bûn û çûn Îran û Tirkiye. Hêviyên gelê Kurdistanê şkestin. Lê ew hêvîyên ku Adara 1975ê de şkestîn,roja 26 Gulana 1976ê cardin şîn bûn û ji bo gelên Kurdistanê rojek nû hilat.
Roja 26ê Gulana 1976ê li himber hemû asteng û êrîşan pêşmergeyên Kurdistanê cardin dengê xwe derxistin. Dan xûyakirin ku, Şoreşa pîroz a Îlonê bi awayek din bi Şoreşa Gulanê berdewam e.
Îro destkeftiyên başûrê Kurdistanê berhemê vê şoreşêye. Nedîtina vê yekê û bê dengiya hinek aliyan Koratiya Siyasî ye. Bê guman dema ev yek bê nirxandin gelek tişt hene ku bêne gotin lê niha ev bes e. Yên fam kirîn dizanin gotina me ji kîre ye….
27.5.2024
Nêrîn / Şirove