26’ê Avrêl
26’ê Avrêl
Di sala 1994’an û di rojekî wekê îroyê de li Efrîkaya Başûr cara yekem hilbijartineke ku tê de reşikan cîh girt, hate lidarxistin. Di hilbijartian de Kongreya Neteweyî ya Efrîka ya di serokatiya Nelson Mandela de ji sedî 62’yê dengan wergirt û bi serket.
Nelson Mandela
Nelson Rolihlahla Mandela (bilêvkirina bi kurdî Nêlsin Mandêla) (* 18’ê tîrmehê 1918) yekemîn (ji 9’e gulanê 1994 – pûşper 1999) serokkomarê reşik ê Afrîkaya Başûr e.
Berî hingî ew ji bo bizavên siyasî û bo nehêlana rejîma Apartheid têkoşîya bû ketibû zîndanê. Ew beriya ku bibe serokkomar, rêberê Kongreya Neteweyî ya Efrîqayê (African National Congress, ANC) bû.
Wî 27 salên jiyana xwe li zîndanê bihurandine ku piraniya wê li zindana Gizirta Robên Robben Island derbazbû. Ji ber vê heyama dirêja zîndanîbûnê û bizava wî ji bo nehêlana nîjadperestiyê ew bû navdartirîn rêberê şerê dijberî Apartheidê.
Li van bîst salên bihurî wî zêdetirî sed xelatên navneteweyî wergirtine. Li sala 1992’ê wî Xelata Atatürk a Aştiyê nepejirand û got ko ew nikare di vê rewşa ku Kurdan li Tirkiyê tên bindestkirin de xelatekî wiha werbigire.