24 endamên serokatiya YNKê gefa destjikarberdanê dikin
Hijmareke serkirde û kadiroyên pêşketiyên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di nameyekê de bo serkatiya partiya xwe dibêjin ku, eger YNK di warê siyasî û rêxistinî de reforman neke ew dê ji YNKê îstîfa bikin.
Li gor rojnameya Şerqulewsat ku, bi zimanê erebî li Londonê weşana xwe dike û BasNewsê ji veguhastiye, eşkere dike ku, 24 endamên serkirdayetiya YNKê nameyeke nerazîbûnê daye destê Hêro Îbrahîm Ehmed endama polîtbûroya YNKê û daxwaza reforman jê kiriye û wan 24 endaman di nama xwe de gef kirine û gotine eger YNK reforman neke ew dê ji YNKê îstîfayê bikin.
Li gor çavkaniyên rojnameyê her du cîgirên Celal Talebanî sekreterê giştiyê YNKê; Kosret Resûl Elî û Berhem Ehmed Salih di nav lîsteyê de hene.
Weke tê zanîn bi alîkariya YNKê hêzên çekdarên şîye û pasdarên Îranê hatine nav Kerkûkê, Xurmatû, Sadiye, Celewla û hin deverên din vê yekê jî xelkê Kurdistanê bêzar kiriye û nakokî xistine nav serokatiya YNKê.