Civak

24 demjimêrin peşmerge li DAÎŞê didin

Li gor agahiyên Rûdawê balafirên hevpeymanan li mêhwera Başîkê bo dema 24 saetan êrişî çekdarên DAIŞê kirin û bi dijwarî li navendên wê rêxistinê dan. Herwiha ji aliyekê din ve Hêzên Pêşmerge jî çeper û baregehên DAIŞê li Başîkê didin ber topan. Fermandeyê Fermandeyiya Helgurd a Wezareta Pêşmerge, Lîwa Mûsa Gerdî ji Rûdawê re ragihand, ew bû 24 saet ku navend û çeperên DAIŞê li mêhwera Başîkê li ser hev tên bombebarankirin. Mûsa Gerdî got: “Li gor agahiyên îstixbaratî ku di destê me de hene, DAIŞê hejmareke zêde ya çekdaran ji bajarê Reqa ya Sûriyeyê aniye herêmê, ji ber wê jî em hewl didin rê li hemû plnanên wê rêxistinê bigrin.” Mûsa Gerdî herwiha da xuyakirin: “Li gor amarên destpêkê di 24 saetên borî de 23 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û bi dehan çekdar jî birîndar bûne.” Gerdî tekez jî kir: “Zêdebarî kuştî û birîndaran, di êrişên bo ser navendên wê rêxistinê de, 4 otomobîlên leşkerî û 1 Dûçka hatin têkbirin.” Derbarê bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê DAIŞê ve li dijî Hêzên Pêşmerge, wî fermandeyê pêşmerge ragihand: “Çend caran DAIŞê çekên kîmyayî û gaza Xerdelê bi kar aniye. Îro jî herwiha bi çekên kîmyayî li pêşmergeyan daye. Lê belê ti zirarek nebûye û amadekariyek temam jî bo rûbirûbûna wan çekan jî hatiye kirin.”  

Back to top button