Civak
20 çekdar û du emîr hatin kuştin
Berpirsê ragihandina şaxa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê, Seîd Memozînî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro, terorîstên DAIŞê li eniya Başîkê bi çend hamaran êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û ziyaneke mezin gehandin wan terorîstan.
Seîd Memozînî wiha got: “Hêzên Pêşmerge jibilî lêdana wan terorîstan 3 hamarên wan têk dan û 20 kes ji wan kuştin, herwiha 2 emîrên wan jî kuştin, ku navê wan Ebû Ayîşa û Wedulah Umer bûn.”
Berpirsê ragihandina şaxa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê tekez kir ku di wî şerî de balafirên şer ên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî li asman piştevaniya Pêşmerge dikirin.