2 parlamenterên HDPê Tirkiye terikandin!
Piştî ku paralamentoya Tirkiyê roja sêşemiyê reşnivîsa pêşniyarkrî ya AK Partiyê ya bo rakirna parêzbendiyan xistin ber dengdanê , 2 parlamenterên HDPê ji jer ku neyên girtin, çûn Ewropayê û tê gotin, ku êdî ew venagerin Tirkiyê. Çavkaniyekî nêzîkî HDPê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Rûdawê re ragihand, her du parlamenterên HDPê yên bi navê Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer berî rûniştna roja sêşemiyê ya parlamentoyê, Tirkiye bi cih hiştine. Heman çavkaniyê herwisa got , ew 2 parêlamenter careke din venagerne Tirkiyê , jber ku piştî rakirna parêzbendiyan, girtina parlamenteran dê dest pê bike. Faysal Sariyildiz ku di bûyerên navçeya Cizîrê ya Şirnexê de di jêrzemînê de mabû , gelek dosya li ser navê piştigrîkirina ji terorê li ser wî hatine vekirin. Tugba Hezer jî di merasîma şîna Abdulbakî Somer de ku teqîna Enqerê ya roja 17ê Sibatê pêkanîbû, beşdar bibû û rastî rexneyên dijwar ên Hikûmeta Tirkiyê û rayedarên AK Partiyê hatibû û her li ser heman mijarê dosya li dijî wê hatibûn vekirin. Di civîna roja sêşemiyê ya Parlamentoya Tirkiyê de ku têde gotûbêj li ser rakirina parêzbendiya parlamenteran hatibû kirin, Serokê Koma AK Partiyê Bulent Turan wêneyên her du parlamenterên HDPê rakiribûn û ji wan re gotibû, qet netirsin hûn her du jî dê werin darizanin.Rudaw