Civak

2 keçên Qamişloyî li ser rêya Musilê têne kuştin

Terma 2 keçên xelkê Qamişlo li ser rêya Musilê hate dîtin û polîs jî dibêje ji kampa qezaya Xebat ve çûne.

Rayid Karwan Peyvdarê Polîsê Hewlêrê ragihand ku doh 2 keçên xelkê Qamişlo ya li Rojavayê Kurdistanê, ku penaber bûn li kampa xebata bajarê Hewlêrê li ser rêya Musilê hatine kuştin.

Her wiha eşkere kir ku her dû keç ji dayikbuyê sala 1991 bûn û li navbera her dû taxa Hey Kerame û Hey Musil de hatine kuştin. Yek ji wan bi 4 fîşek pêvebû û ewê din jî bi 6 fîşekan hatiye kuştin.

Her wiha Karwan got: “Kujer telefona malbata wan kirine û wan agahdarkirine ku ew hatine kuştin û termê wan li heman cîhî ne.

Back to top button