19'ê Rêbendan
19’ê Rêbendan
Di sala 2007’an û di rojekî wekê îroyê de rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk ji aliyê nijadperestek Tirk ve hate kuştin.
Hrant Dink, bi Ermenî Հրանդ Տինկ [1] (15’ê rezberê 1954 li Meletiyê, Kurdistan – 19’ê rêbendanê 2007 li Stenbolê, Tirkiye), rojnamevanê bi eslê xwe-Ermenî, gerînendeyê giştî yê rojnameya Agos bû.
Ji ber nêrînên xwe gelek caran hate darizandin û bi “piçûkxistina Tirkbûnê” dihate tewanbarkirin. Artêşa Tirkiyê, medya Tirk, kom û partiyên neteweperest ew wekî “xaîn – dijminê neteweyî” dan nîşandan û di dawiyê de hate kuştin. Dink li paş xwe 3 sêwî hiştin.
Dê û bavê wî Ermeniyên ji parêzgeha Sêwasê bûn. Di sala 1961’î de hevdû berdidin û Hirant sêwî dimîne. Jiyana wî li sêwîxaneyan derbasdibe. Dîsa xanima wî jî sêwî bû. Zarokên Ermeniyan yên ku bê dê û bav bûn, li sêwîxaneyan di bin rewşên awarte de dijiyan. Herwekî di hemî mercên dewleta Tirk de rastî bêbextî, piçûkxistin û dijûnan dihatin. Ji ber kû îdeolojiya fermî gelê Ermenî wekî dijmin dinirxîne, jiyana Ermeniyan li Tirkiyê gelek dijwar e.
Kuştina Dink kesên aştîxwaz, Kurd û lîberal rakirin ser piyan. Xwepêşandanên bi navê “Em hemî Ermenî ne” hatin lidarxistin. Dewleta Tirk bi lez kesekê derêxist û wekî bersûc da nîşandan. Bersûcê bi navê Ogün Samast sûc hemî xist para xwe. Lê ronakbîr di wê baweriyê de ne ku, wekî her carê dewleta Tirk dîsa “belengazek” derdixe û tewanbariya xwe vedişêre. Parêzgerê wî daxûyanîkirin ku Dink ji aliyê serkaniya Artêşa Tirk û orgeneral Veli Küçük ve dihatibûye geflêkirin.
Dink xwedî gelek xelatên navneteweyî bû. Gelek caran dewleta Ermenistanê, dîasporaya Ermeniyan jî rexne dikir