19 partiyên Kurdistanê piştgirî dan referendûmê
Roja şemî 10.06.2017 li Selaheddînê, bi armanca nirxandina biryara diyarkirina roja birêveçûna referandûmê li Herêma Kurdistana û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û her wiha danustandina bîr û ramanên di derbarê proseya siyasiya Herêma Kurdistanê de, nûner û berpirsên bilindên partî û aliyên siyasiyên derveyî Parlamento li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê civiyan.Di vê civînê de amadebûyan piştî goftûgoyekî têr û tije û li berçavgirtina rewşa navdewletî û wan qurbanîdan û ezmûnêna gelê Kurdistanê li xebata xwe da hebuye, bi tevahî piştgîriya xwe ji bo proseya referandûm û biryara diyarkirina 25 Îlona 2017 ya referandûmê ragihand. Partiyên beşdarbuyên civînê tekez li wê yekê kirin ku hemû şiyanên xwe ji bo serxistina referandûmê dixineger, daxwaz jî kirin ku nûnerên wan û rola wan li komîte û karubarên birêveçûna referandûmê de hebê.Birêz Serokê Kurdistanê jî wê yekê ji bo amadebûyên civînê ronahî kir ku biryara birêveçûna referandûmê babetekî dîrokî û yek alîbûnê ye û peywîste bi jiyana take kesê xelkê Kurdistanê ve û hêvî jî xwest hemû aliyek bi awayeke girseyî ve beşdar bibin.- Yekîtiya Neteweyî ya Demokrata Kurdistanê- Tevgera Demokrata Gelê Kurdistanê- Partiya Neteweyî ya Kurdistanê- Tevgera Aştîxwazên Kurdistanê- Partiya Pêşketinxwazên Demokratên Kurdistanê- Tevgera Rizgariya Demokrata Kurdistanê- Partiya Bet Alnahreyn Aldemoqratî- Partiya Alatihad Aldemoqratî Alkildanî- Serokê Encûmena Neteweyî ya Kildan- Partiya Niştîmaniya Aşûrî- Yekîtiya Bet Alnahreyna Niştîmanî- Mînbera Demokrata Kildanî- Tevgera Demokrata Turkmen- Tevgera Turkmenî Bêlayen- Partiya Demokrata Turkmenî Kurdistanî- Komeleya Rewşenbîrî ya Turkmenên li Kurdistanê- Partiya Gelê Turkmen- Komeleya Lîberalî Turkmen- Partiya Rizgariya Neteweyî ya Turkmenî