18'ê Adar
18’ê Adar
Di sala 1949’an û di rojekî wekê îroyê de NATO (Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê ) hatiyê damezrandin.
NATO an jî Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê, (bi îngilîzî: North Atlantic Treaty Organisation) hevalbendiyeke leşkerî ye û ji bo parastina li dijî êrişên dewletên din yên ku tê de ne endam in hate sazkirin.
Dîrok
Yekem car bi tevlîbûna 5 endaman di 17’ê adarê sala 1948an de hate sazkirin. Piştî Şerê cîhanî yê duyemîn ji bo sazkirina ewlekariya welatên herêma Atlantîka Bakur hevdîtin hatin çêkirin. Di dawiyê de di 17 adara 1948’an de li Brukselê di navbêra 5 dewletan de “paktekek pênc alî” hate mohir kirin. Paşê ji bo pêşxistina sîstema parastina yekgirtî dewletên din jî serî lê dan û li ser vê yekê di 4’ê nîsanê 1949’a de “Pakta Atlantîka Bakûr” ango NATO hate sazkirin. Welatên ku vê peymanê mohirkirine ev in: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtaniya Mezin, Fransa, Kanada, Belgiya, Holand, Lûksembûrg, Îtalya, Portûgal, Norwêc, Danîmarka û Îrland. Bi vî awayî dewletên mîna Portûgal û Îtalyayê ku qet eleqeya wan bi herêma Atlantîka Bakûr re tune ye jî tevlî paktê bûn. Lewma hukumetên Tirk û Yewnanan jî xwesti tevlî paktê bibin û serî li dewletên endamên paktê dan. Bi tevlîbûna Tirkiye, Yewnanîstan, Almanya Rojava (wê demê Almanya du beş bû) û Spanyayê hejmara endamên NATOyê derket 16an.
Armanca peymanê
Armanca vê peymanê ew bû ku rê li ber firehbûna Sovyetê di nava Ewropayê de bigire. Li gorî peymana Atlantîka Bakur NATOyê, „heger êrîşek li ser endamekî, yan jî çend endamên rêxistinê werin li darxistin, ev tê wateya ku êrîş li hemberî hemû paktê (hevgirtin) hatiye kirin û divê li hemberî êrîşê helwesteke yekgirtî ya parastinê ji aliyê endamên allîansê werê girtin. Yekem navenda NATOyê li nêzî Parîsê hatiye sazkirin, paşê jî li paytexta Belgiya Brukselê. Fermdandariya Başûr-Rojhilatê NATOyê jî li bajarê Tirkiye Îzmîrê ye. Piştî ku dawî bi şerê sar hat, NATOyê armancên xwe careke din di bin çavan de derbas kir û di sala 1991’a de stratejiyeke nû da pêşiya xwe. Li gor vê stratejiyê NATO xwest ku hijmara hêzên xwe yên leşkerî kêmtir bike û zêdetir hevkariyê bi saziyên navnetewî bike, beşdarî di operasyonên parastina aştiyê bibe. NATO di hêla kontrol kirina çekan de jî, nêrîna rojava ya ku di Peymana (INF) ya sala 1987 an de hatiye, ji xwe re weke bingeh digre. Ew peyman dibêje ku pêwîste çekên nukleriyên navencî li holê bên rakirin.
Sekreterên Giştî ên NATO yê
1. Hastings Ismay, 1. Baron Ismay Brîtanyaya mezin 4’ê avrêla 1952’a 16’ê gulana 1957’a
2. Paul-Henri Spaak Belgiya 16’ê gulana 1957’a 21’ê avrêla 1961’a
3. Dirk Stikker Holand 21’ê avrêla 1961’a 1’ê gelawêja 1964’a
4. Manlio Giovanni Brosio Îtalya 1’ê gelawêja 1964’a 1’ê kewçêra 1971’a
5. Joseph Luns Holand 1’ê kewçêra 1971’a 25’ê pûşpera 1984’a
6. Peter Carington, 6. Baron Carrington Brîtanyaya mezin 25’ê pûşpera 1984’a 1’ê tîrmeha 1988’a
7. Manfred Wörner Almanya 1’ê tîrmeha 1988’a 13’ê gelawêja 1994’a
8. Sergio Balanzino Îtalya 13’ê gelawêja 1994 17’ê kewçêra 1994
9. Willy Claes Belgiya 17’ê kewçêra 1994’a 20’ê kewçêra 1995’a
10. Sergio Balanzino Îtalya 20’ê kewçêra 1995 5’ê berfanbara 1995
11. Javier Solana Spanya 5’ê berfanbara 1995’a 6’ê kewçêra 1999’a
12. George Robertson Brîtanyaya mezin 14’ê kewçêra 1999’a 17’ê berfanbara 2003’a
13. Alessandro Minuto Rizzo Îtalya 17’ê berfanbara 2003 31’ê berfanbara 2003
14. Jaap de Hoop Scheffer Holand 1′ rêbendana 2004’a heta 31’ê tîrmeha 2009’a
15. Anders Fogh Rasmussen Danîmarka 1’ê tîrmeha 2009’a (li gor pilanê)
Sergio Balanzino û Alessandro Minuto Rizzo tenê ji bo dema lêgerîna li sekreterekî nû – yanî bi awayekî komîsarî – li ser kar bûn.