Civak

18-ê adarê: Newroz bû qada şer

Doh li Stanbulê û Diyarbekirê jo bo pîrozkirina Newrozê di navbera polis û BDP-ê de hevçûn derket. BDP jib o pîrozahiyên Newrozê jib o 18-ê adarê izin ji waliyên Diyarbekir û Stanbulê daxwaz kir. Lê Izin ji bo roja 18ê mehê nhat dayîn û izin jib o 21-ê adarê hate dayîn. Lê PDP-ê ev biryara waliyan qebûl nekir û da xuyakirin ku ewê roja 18-ê adarê li Stanbul û Diyarbekirê herin qada Newrozê.

Li Stanbulê xelkê berê xwe da meydana Kizilçeşme û polisan rê neda wan ku bikevin meydanê. Ev bû sedemê hevçûnê. Polisan gazli dijê xwepêşandanan karanîn. Gelek kes birîndar bûn û bi sedan kes ji aliyê polisan ve hatin binçav kirin. Bombeyek ya gazê li serê berpirsê BDP-ê yê navça Arnavutkoyê ket. Li gorî agahiyên rêvebirên BDP’a Stenbolê dane, Rêveberê BDP’ya Arnavutkoyê Haci Zengînê di encama bombeya gazê de ji serê xwe birîndar bûyî li nexweşxana Dewletê ya Arnavutkoyê jiyana xwe ji dest da.

Herweha li Diarbekirê jî qada Newrozê û gelek kolanên li bajêr bû qada şer. Polisan gelek kes binçav kirin. Xelkê li gel hinek parlementerên BDP-ê berê xwe dan qada Newrozê li polisa rê neda beşek karîn bikevin qada Newrozê û li wê derê wasayetên kanalên Televizyonan yên ji bo weşana zindî cih bûyîn şewitandin.

Back to top button