Civak

PKK Ala Kurdistanê naxwaz e

Rêxistinên ciwanên Kurd di 2’emîn konferansa neteweyî ya ciwanên Kurdistanê de ku li bajarê Hewlêrê hat sazkirin, li ser wê yekê negihan encamekê ku pêşniyarên konferansê daxwaz kirin ala Kurdistanê li jora hemû partiyan bê danîn û rêz lê girtin.

Konferans 15.03.2012’an bi tevlîbûna ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê li Hewlêrê hat sazkirin û sê rojan berdewam kir.

Di dema xwendina pêşniyara ku dibêje, ‘Ala Kurdistanê ala neteweyî ya Kurdane û pêwîste hemû aliyek li hember rêzdar bin û li jora ala hemû partiyan bê danîn’ beşek ji rêxistinan û bi taybet jî yên nêzî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) demekî konferans boykot kirin û çûn derve. Piştre jî ew xal ji bo konferansa neteweyî hatin pêşniyarkirin û pirsgirêk bi dawî bû.

Kordînatorê Komelên Ciwan ên Kurdistanê ku rêxistinekî ciwanan a girêdayî PKK’ê ye, Şîmal Ulkem got: “Ciwanekî Kurdistanê yê 23 salî nikare biryarê li ser xelkê her çar parçeyên Kurdistanê bide û ala Kurdistanê diyar bike.” Şîmal pêşniyar kir ku meseleya diyarkirina ala Kurdistanê di kongreya giştî ya neteweyî de biryar li ser bê dayîn ne di konferansa ciwanan de.”

Sekreterê Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê Umêd Xoşnaw di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Em ala Kurdistanê diyar nakin, dibêjin bila rêz li ala Kurdistanê bê girtin. Bila di kongreya neteweyî de biryarekî yek alî bê dayîn û tevayî parçeyên Kurdistanê rêzê lê bigrin. Ew pêşniyar wê pêşkêşî kongreya neteweyî bê kirin û li wê derê wê biryar li ser bê dayîn.”

PKK ji bilî ala partiya xwe, hêzên çekdarî û organên xwe yên din, bi salane alekî ji ya Kurdistanê cûdatir bilind a rengê kesk, sor û zer pêktê bilind dikin. Endamê berê yê konseya serokatiya PKK’ê Osman Ocalan ku niha ji PKK’ê cûda bûye û li Koyê dijî, ecêbmayîna xwe li beramberî helwesta rêxistinên nêzî PKK’ê anî ziman û got: “Konseya serokatiya PKK’ê di sala 2002’an de ew ala niha ya Kurdistanê pejirand.”

Parlamentoya Kurdistanê ala niha ya Kurdistanê ku ji rengê sor, spî, rojekî zer a ji 21 tirêjan pêktê û kesk li gor yasayekî taybet pejirandiye. Cara yekemîn jî ew al li sala 1946’an li Komara Mihabadê hat bilind kirin. (Rudaw)

Back to top button