Îroj

17'ê Reşemî

17’ê Reşemî 

Di sala 1998’an û di rojekî wekê îroyê de Mîna Qazî hevjina Qazî Mihemmed (serokê Komara Kurdistanê yê Mehabadê) li bajarê Rojhilata Kurdistan Mehavadê çû ser dilovaniya xwe

Mîna Qazî (1908 Mehabad – 1998 Mehabad) di sala 1908’an de li bajarê Mehabadê hatiye dinê. Navê bavê wê Ehmed û navê dayika wê jî Gulendam e.

Ew ji malbata Hacî Hesen Xanî (Hacî Beg) e ku yek ji malbatên mezin li Herêma Mûkiriyan e. Beriya ku Mîna bi Pêşewa Qazî Mihemmed re bizewce, paşnavê wê Iskenderî bû. Di temenê 19 saliyê de dibe hevala jiyana pêşewa Qazî Mihemmed.

Mîna Qazî di sala 1945’an de Yekîtî Afretanî (jinên)Kurdistanê (YAK) ava kir û bu yekem serokê wê rêxistinê.

Mîna Qazî di sala 1998’an da li bajarê Mehabadê çû ser dilovaniya xwe.

Zarokên Pêşewa Qazî Mihemed û Mîna Qazî;

1. Ismet Qazî (1932- 1957 Mihabad)
2. Munîr Qazî: Di sala 1938an de li bajarê Mihabadê hat dinê. Niha jî li wir dijî.
3. Perwîn Qazî: Di sala 1942an de li Mihabadê hat dinê û di 28.02.99an de li bajarê Tehranê wefat kir.
4. Ifet Qazî

 

Back to top button