Polîtîk

14 baro biryara parlementoyê şermezar dikin

14 baroya di derbarê daxistina parlementeriya 3 parlementeran de daxûyaniyek hevbeş ragihandin. Wek tê zanîn parlementoya Tirkiye, bi dengên Ak Partiyê û MHPê parlemnteriya parlementerê CHPê Enis Berberoglu û parlementerên HDP, Leyla Guven û Musa Farisogullari hatibû daxistin.

14 baroya di vê derbarê de daxûyaniyek belav kirin, û gotin ku ev yek li dijê îradeya xelkê ye. Ev parlementer bi dengên gel hatine hilbijartin. Tişta hatî kirin li dijê îrade gel e.
Baro di daxûyaniya xwe de dibêjin ku, bi destê dadgehê darbeyek li dijê îrada gel hatiye kirin. Ji berî niha hinek serokên şeradaran ji karên wan hatin dûr xistin û dewsa wan de qayum hatin tayin kirin. Niha jî heman tişt li himber parlementeran tê kirin.
Herweha di daxûyaniyê de tê gotin ku, dadweriyê serxwebûna xwe winda kiriye û bê rêziyek li himber îrada gel kiriye.
Baroyên ku daxûyanî îmze kirîn:
Adıyaman , Agirî, Batman , Bingöl , Diyarbekir, Entab, Hakkari , Mêrdîn, Mûş , Sêrt , Şirnex , Dersim, Rûha û Wan.

Back to top button