12'ê Reşemî
12’ê Reşemî
Di sala 1945’an û di rojekî wekê îroyê de Rêxistinek bi navê Azadî ji aliyê Mele Mistefa Barzanî ve hate ava kirin.
Di sala 1919’an û di rojekî wekê îroyê de Serokê Ermeniyan Bakhos Pasha ki Konferansa Aştî ya Parîsê, pêşniyara avakirina Dewleta Ermenîstanê dike. Di vê pêşniyarê de tevahî bajarên Bakurê Kurdistanê di bin dewleta Ermeniyan de bû.
Di heman demê de Nazirî Xariciyeyê berê kurê Saîd Paşa û Balyozê Stockholmê yê berê Kurd Şerîf Paşa jî li dijî pêşniyarê Bakhos Pasha nerazîbûna xwe nîşan dide û piştî nirxandinek daxwaza Kurdistanê dike.
Hikûmeta Stenbol jî li hemberê van bûyeran nerehet bûn û di 10’ê Tîrmeha sala 1919’an de digel Seyît Abdul Qadir, Mihemed Emîn Bedirxan, Mewlamzade Rifat û Mîr Alay Avnî Beg re hevdîtinek pêktine.
Piştî gengeşiyên dirêj li ser Dewleta Kurdistan ya Xweserê peymanek ava dikin. Li gorê vê peymanê Parêzgerên Kurdistan piştî pesendkirina Seyîd Abdul Qadirê dest tên peywirdarkirin.