118 gundên Biradost ji ber şerê PKK û tirkiye hatine valakirin
Nêzîkî bîst salên şer û pevçûnên PKK û tirkiyê de hîç salek wekî vê biharê şer nehatiye kirin ku kêm roj heye gerîlayên PKK êriş nekin ser serbazên û tirkiye jî bi firoke û topên dûravêj bersîva wan êrîşan didin.
Ji ber nearamiya navçeyê ji 264 gundan, 118 gund hatine valakirin, rûberê nearam niha li wê tixûbê 45 km çargoşeye. Sala derbasbûyî çar kes ji topbaran û bombebaranê canê xwe ji destdan û pênc kesên din jî birîndarbûn. Eve jî ji bilî ziyanên maddiye ku tê pêşbînî kirin nîv milyon dolar zêdetir ziyan li ber gundiyan ketiye.
Efram Seîd ku xwediyê mêşên hingivîne û hê jî li nav gundê Pancara Biradost mêşên hingivîn xwedî dike. Sala derbasbûyî li vê demê de mêşên wî li Kêleşîn û Xinêre bûn, lê îsal şer û aloziyên PKK û tirkiye rê nedaye mêşên xwe veguheze û dibêje: “Ji ber topbaranan, pûş û giyayên hişk dişewitin û dibê sedema ji navçûna mêşên hingivînê”.
Mela Qasim muxtarê gundê Şêrkan got: “Hêdî hêdî xelk pez û ajalên xwe difroşin, ewê ku pez û dewarên xwe jî difroşin wê ji bo çi li vir bimînin? Jiyana wan pez û ajalin û bi neçarî ku nema, ji vir koç dikin û gundan vala dikin. Par hinek û îsal jî hejmareke dinê gundan çol bûn”.
Li navbera dû salan de tirkiye 10 qeleyên serbazî li 30 km kûratiya nav axa Başûrê Kurdistanê de ava kiriye û roj bi roj bi hêceta PKK zêdetir pêş diçe.