115 saliya Rojnemegeriya Kurd Pîroz be
Îro roja rojnemegeriya Kurdiye. Ji berî niha 115 salan Ji Mîrên Botan Mîr Mîqdad Mîdhat Begê Bedirxan li Qahîre Rojnama Kurdistan derêxist. Derêxistina Rojnama Kurdistan xalek gelek girîng û yekemîn bû di dîrokê rewşenbîrî û rojnemegeriya kurdî de.
Ji ber ku yekem rojnama bû bi zimanê kurdî derket. Herewha ew roj cara yekem deriyek ji bo destpêkirina rewşenbiriya civaka Kurd bi awayek gelemperî li cîhanê vekir.
Mîrên Botan ne tenê ji bo dewletbûn û destkeftiyên netewî li dijê dagirkeran şer kirine. Herweha bûne bingehê zanyarî û rewşenbîrîya civaka kurd jî.
Taybetî di dema Mîr Bedirxan de paytextê herêma Botan Cîzîr di heman demê de paytextê rewşenbîrî, zanyarîya kurdan bû jî. Herweha li gelek deverên herêma Botan wek bingehên rewşenbîriyê bûn.
Dema Mîrên Botan ji cih û warên xwe bûn, ji aliyê Osmaniyan ve hatin sergum kirin jî, nesekinîn û di hemî warî de hewldanên xwe ji bo destkeftiyên Kurdan berdewam kirin.
Rojnama yekem bi zimanê Kurdî ji berî 115 saln ji aliyê Mîqdad Mîdhat Begê Bedirxan ve hate derxistin. Mîr Celadet beg li Şamê û Beyrudê Kovara Hawar û Kovara Ronahî dexistin.
Mîr Celadet alfabeya zimanê kurdî çêkir. Mîr Celadet û Mîr Kamîran Bedirxan bi kar û xebata xwe binyata zanyariya zimanê kurdî ava kirin.
Mîrên Botan ji aliyekî ve ji bo azadiya welatê xwe şerek mezin û duvdirêj li gel împaratoriya Osmaniyan kirin û bi vê yekê tovê welatparêzî û berxwedanê ji bo destkeftiyên netewî avêtin.
Ji aliyek din jî li gora qonaxên têre derbas bûne hîmên nirxên netewî di nav civak kurd de avakirin.
Di roja me de li paytextê Kurdistanê li Hewlêr Sinemxan Bedirxan keça Mîrê Botan Celadet Bedirxan di nava hewldanên hêja deye.
Em bi minasebeta 115 saliya rojnemegeriya Kurdî hêvî dikin ku, medya Kurdî ne di bin zext û bandora tu aliyek siyasî de, lê bikaribe bibe medyak azad li Kurdistanê.
Medya azad demana pêşketin û parastina civatên demokrat e.
Her weha bi vê minasebetê di kesayeta Sinemxan Bedirxan de rêz û silavên xwe ji bo Mîrên Botan ji bo vê xebata wan ya bi nirx pêşkêş dikin.
Karmendên Rojeve Kurd